Berpirsa hêzên Taybet ên PKK’ê li Hesekê jiyana xwe ji dest da

Berpirsa hêzên Taybet ên PKK’ê li Hesekê jiyana xwe ji dest da

Ji fermandarên hêzên taybet ên PKK’ê Îman Mehmûd Derwîş Huseyîn bi navê kod Şervîn Serdar jiyana xwe ji dest da. Di 1’ê Îlonê de li Minbicê di encama êrîşa hewayî ya li dijî wesayîtekê de Îman Hisên û 2 şervanên pê re jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku Şervîn Serdar endama Hêzên Taybet ên PKK’ê û berpirsa Tabûra Nemiran bû.

Îman Mehmûd di sala 1980’î de li bajarê Dirbesiyê yê Rojava ji dayik bû. Di sala 1998’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Piştî perwerdeyeke kurt berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Piştî ku li herêmên Metîna û Zagrosê ma, di sala 2000’an de tevlî nava hêzên fedaî bû li ser çek û tektîka sûîqasê perwerde dît.

Ew pasewana Cemîl Bayik bû

Şervîn Serdar di nava hêzên taybet de ne keseke navdar bû, lê di sala 2009’an de bû pasewana Cemîl Bayik. Di erka pasewanî de ji aliyê Cemîl Bayik ve dem bi dem bi erkên taybet ew di şand Rojava.

Di sala 2012 an de bi guhertina rewşa herêmî Şervîn Rojava aktîf hate wezîfedarkirin. Şervîn ji sala 2013 an ve li Rojava kar dikir. Li dijî kadroyên ku nêzî Cemîl Bayik in û dixwazin li Rojava ji PKK ê dûr û serbixwe tevbigerin, bi tundî disekinî. Tê diyarkirin ku wê rexneyên tund li rêveberên Rojava li Zaxo Zagros û Asya Abdullah kiriye. Hate diyarkirin ku xebatkarên Rojava ew weke ajanê Cemîl Bayik binav dikirin.

Şevînê bi şandeyên leşkerî yên biyanî re danûstandinan dikir

Îman Mehmûd (Şevîn Serdar)jî beriya niha beşdarî koma ku li ser navê YBJ û YPG ê seredana Pragê kirî de cih girtibû. Tê gotin ku Ji ber pkk pêbawer bû ew bi fermandarên leşkerên biyanî re dirûnişt û hevdîtin dikir.

Her çend Şervîn Serdar xwedî cihekî girîng bû jî, lê PKK’ê xwest nasnameya wê veşêre. Tenê ew weke rêvebera YPJ a hat nasandin.

Pustên heman beş