Darka Mazî derbarê bûyera li balefirxaneya Erbetê rûday agahiyên nû eşkere dike

Darka Mazî derbarê bûyera li balefirxaneya Erbetê rûday agahiyên nû eşkere dike

Îro danê nîvro di balefirxaneya çandiniyê ya Erbetê ya ser bi Silêmaniyê ve teqîneke bihêz rû da, tevî ku ta niha ne diyare teqîn bûye yan jî bombebaran, lê hejmareke mezin ji wan kesên ku li wir perwerde didît hatine kuştin.

Li gora agahiyan, di bûyera balefirxaneya erbetê de herî kêm 15 kes birîndar bûne û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Firokexaneya Erbetê pêş 6 mehan ji balefirxaneya taybet bi çandiniyê hatiye veguherandin ji boy kampeke perwerdekirina leşkirî û guman tê kirin ji bilî dije terora YNK’ê hin çekdarên ne yasayî jî di vê balefirxaneyê de bûbin loma hatibe bombebarankirin.

Bajarokê Erbet dikeve dûratiya 20 Km ji rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê û hejmara nişteciyên vî bajarokî nêzî 42 hezar kesane.

Ev balefirxane ser bi hikûmeta federal ya Îraqê ye û di dema rabûrî de hêzên dije terorê yên ser bi YNK’ê ve li vir nimayîşa leşkirî encam dabû.

Pustên heman beş