Iraq derbarê êrîşa li ser firokexaneya Erbatê de zanyariyan dide

Iraq derbarê êrîşa li ser firokexaneya Erbatê de zanyariyan dide

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihandin ku drona ku firokexaneya Erbatê kiriye armanc, ji Tirkiyê hatiye.

Yehya Resûl ragihand, duhî demjimêr 5ê êvarê dronekê ji sînorê Tirkiyê derbasî esmanê Iraqê bû û firokexaneya Erbetê ya parêzgeha Silêmaniyê kir armanc ku di encamê de 3 endamên dijeterorê canê xwe jidest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha got: “Ev êrîş binpêkirina serwerî, ewlehî û yekperçeyiya axa Iraqê ye û gef e li ser aştî û ewlehiya navçe û cîhanê, ligel wê jî binpêkirina xalên yasa û pirensîpên navdewletî û rêkeftina Netewên Yekgirtî ye.”

Yehya Resûl got: “Ev êrîşên dubare li dijî prensîpa têkiliyên baş û cîrantiya di navbera welatan de ye, lewra mafê Iraqê heye ku sînorekê ji van binpêkirinan re deyne.”

Pustên heman beş