Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke derbarê êrîşa li ser firokxaneya Erebetê de belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke derbarê êrîşa li ser firokxaneya Erebetê de belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke derbarê êrîşa li ser firokxaneya Erebetê ya li Silêmaniyê de belav kir û ragihand, “Em her binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku dibin sedema têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, şermezar dikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bûyera li firokxaneya Erbetê em dilgiran kirin. Pêwîst e aliyên pêwendîdar lêkolînek berfireh li ser sedem û çawaniya vê bûyerê bikin û di zûtirîn dem de rastiyan eşkere bikin.

Em her binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku dibin sedema têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, şermezar dikin.

Pustên heman beş