Nêzî 1000 gundan li Herêma Kurdistanê bi sedema P*K*Kê hatine çolkirin

pkk-kurdistan-gund-village

Çavdêrekî siyasî radighîne ku P*K*Ke ji çendîn alîyan ve bûye geft û xeterî li ser herêma Kurdistanê û bi salane şerî difroşe hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hebûna çekdarên P*K*Kê roj bi roj li Başûr zêdetir dibe û ev yek jî sedema serekeye ku xeterî bidume û zêdetir bibe.

Aras Ebdulla bo rojnameya Xebat dibêje: “Hebûna PKKê li nav xaka herêma Kurdistanê û Îraqê nemeşrû’e û xeterîyek mezine, ji ber ku li gorî yasayên navdewletî nabe xelkê ku li welatên din dimînin hêzên çekdarî hebin, lêbelê PKKê ne tenê çekdar hene, belku ev çekdar li hejmareke bajar û bajarokên Kurdistanê belavekirine û pir zelale ku wan piştgiriyek herêmî heye û ev yek jî xeterîya li ser herêma Kurdistanê zêdetir dike û şerfiroşiyê jî pêtir dike“.

Çavdêrê siyasî di wê bawerê de ye ku PKKe ji çendîn rûyan ve bûye xeterî li ser herêma Kurdistanê, ji ber ku ji alîyekî leşkerê Tirkiyê kêşî vê derê dike û hincetan dide destê Tirkiyê ku êrîşê Kurdistanê bike û bi vê sedemê sînorekî pir mezin yê gund û navçeyên herêma Kurdistanê ketiye jêr hejmûna Tirkiyê.

Her wiha xeterîya duyemîn jî eve ku nêzî hezar gundan bi sedema çekdarên PKKê hatine çolkirin û PKKe navçeyên ku lê ye mayn dike û bi sedema van maynan bi dehan kesên sivîl şehîd ketine.

Di beşeka din ya gotinên xwe de D. Aras Ebdulla dibêje: “PKKe dîsa bûye sedem ku peymanên nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Îraqê neyên cî bi cî kirin, mînak Peymana Şengalê”.

Aras diyar kir, PKKe bûye sedem ku dewam gund û navçeyên herêma Kurdistanê bikevin ber êrîşên hewayî yên Tirkiyê û ev yek jî bûye sedema tirs û nearamiyê li cem gelê herêma Kurdistanê, loma jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafdare ji boy parastina canê şêniyên xwe daxwaza cî bi cî kirina peyman û yasayên navdewletî ji boy kêmkirina xeterîya PKKê bike.

Li dawîya axaftina xwe jî D. Aras got ku PKKe li paşerojê wê pirsgirêkên kûrtir ji boy herêma Kurdistanê derxe û şerfiroşîya wê jî bi hêzên Pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê dê zêdetir bibe.

Pustên heman beş