PDK-S: Ji ber siyaset û kiryarên PYDê rewşa aborî û ewlehiyê têk çûye

PDK-S: Ji ber siyaset û kiryarên PYDê rewşa aborî û ewlehiyê têk çûye

 Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand, “Têkçûna rewşa aborî û ewlehiyê û siyaset û kiryarên rêveberiya PYDê de, ciwanên Kurd neçar dike ku koçber bibin.”

Polîtburoya PDK- Sê roja 17ê Îlonê civiya û tê de rewşa giştî, rewşa siyasî ya Sûriyê û pêşhatên dawîiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kir û derbarê naveroka civînê de jî duh daxuyaniyek belav kir.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe ragihand, “ji encama rewşa xirap a aboriyê, bilindkirina nirxê sotemeniyê, ligel têkçûna rewşa ewlehiyê û siyaset û kiryarên PYDê yên li dijî endam û alîgirên ENKSê û revandina wan, ji bilî diyardeya bikaranîna madeyên hişbir, zêdebûna tawanan û revandina ciwanan bi zorê bo leşkeriya neçarî, fişareke mezin xistiye ser nifşê ciwanan ku neçar dibin ji cih û warê xwe koçber bibin.”

Di beşeke din a civînê de behsa rewşa opozisyona Sûriyê hate kirin û PDK-Sê dît ku karê opozîsyonê di bin asta pêwîst de ye, ku pêwîstî bi pêdaçûn û lêvegereke rexneyî ya berfereh ji gotar, reftar û kiryarên wê re heye, ji bo rastkirina şaştiyan û ji bo rê li ber tawan û binpêkirinên li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bê girtin, ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyan û başkirina pêwîstî û pêdiviyên wan.

Di vê derbarê de, PDK-Sê pêşwazî li biryara Wezareta Xezîneya Amerîkayê ya sizakirina hinek aliyan grûpên çekdaran kir û got, divê ji bo wan bibe dersek û ji bo reftar û kiriyarên xwe biguhêrin û herwiha pêwîst e hikûmeta demkî û Îtîlaf bi cidî li ser sizayên Amerîkayê rawestin û hemû kêşeyan çareser bikin.

Her di vê derbarê de PDK-Sê daxwaz kir ku divê cezayên herî giran li tawankarên tawana kuştina 4 şehîdên şeva Newrozê li Cindirêsê werin birîn.

Pustên heman beş