P*K*Kê di 20 rojan de 116 leşkerên Tirk bi derewan kuştine!

turkey helicopter pkk-info

Rêxistina P*K*Kê di dema 20 rojên rabûrî de, kuştina 116 leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê ragihandiye, tevî derb dana pênc şeş helîkopteran, bê hisêb jî esker birîndar kirine!.

HPGê baskê leşkerî yê P*K*Kê ji roja 2 îlona îsal 2023an ve, 13 nûçe li medyaya rêxistinê parvekirine di wan nûçeyan de gotiye ku wan 116 eskerên Tirk kuştine, zêdeyî 5 helîkopteran derb dane, nayê hejmartin esker birîndar kirine û çeper îmha kirine.

HPGê di tev wan 13 nûçeyên pir xwînawî de, wêneyên gerîlayên keç yên hêjan di temena zaroktiyê de parvekirine û wêneya tu çalakyek ji wan yên ku esker tê de hatine kuştin, parvenekirine.

HPGê di bîlançoya tebaxê jî de got bû ku wan 134 eskerên Tirk kuştine û sê car hindî wan birîndar kirine, helîkopter derb da ne, bi kurtasî ev du mehin li ser serê eskerê Tirk fermane û P*K*Kê qira wan anî ye, lê tenê di medyayê de ne li qada şer!.

Heger ev nûçeyên P*K*Kê rast bin û ew qas eskerên dagîrker hatibin kuştin pêwîste kêfa her Kurdekî bê, lêbelê P*K*Ke tenê van nûçeyên derew ji boy xapandina gel parvedike û destveberdana xaka Kurdistanê bo Tirkiyê pê vedşêre.

Pustên heman beş