Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî: 2 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî: 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Rezan a parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, doh di êrişeke bi çekan de 2 kes birîndar bûn.

Li Kolana Emek a li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Rezanê, doh hinek kesên nenas bi motorsîkletê çûn pêş kargehekê û gule lê reşandin.

Di êrîşê de kesên bi navê O.K. û S.G. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs tîmên tenduristiyê û çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Diyarbekirê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi kar û xebatan kir.

Pustên heman beş