Mezlûm Ebdî: Em daxwaz dikin HSD bibe beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê

Mezlûm Ebdî: Em daxwaz dikin HSD bibe beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, “em daxwaz dikin ku HSD bibe beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê” 

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ligel “El-Mecla” de derbarê aloziyên li Dêrazorê de ragihand, “hevrêziyeke zelal” di navbera Şam û Tehranê de heye, bi armanca piştgirîkirina hin nûnerên eşîran.

Fermandarê HSDê got: Tirkiye jî bi piştgiriya komên çekdar ên Sûrî ket ser vê xetê, lê ew her sê welat bi ser neketin û “rewş niha aram bûye.”

Ebdî diyar kir, aloziya dawî li 5 gundên rojhilatê Dêrezorê rû dan. Lê rewş aram bûye, û ew hewl didin ku daxwazên xelkê bi cih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Ebdî bal da zanîn, Rûsyayê komên çekdar ên ku “hewl didin xwe weke eşîran nîşan bidin” bombebaran kir. Diyar kir jî, Rûsya bi formula bikaranîna rewşê ji bo operasyonên nû yên Tirkiyê razî nabe

Herwaha got: Amerîka beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî eşîran nebû, ji ber ku “di pêvajoya cibicîkirina aramiyê de, ji derveyî piştgirîya esmanî, pêwîstiya me bi piştgirîya Amerîka nîne.

Fermandarê HSDê ragehand, ew çûna Şamê ji bo danûstandinan red nake û got: “Lê belê heta niha şert û merc wê yekê çênebûne û me ti nîşaneke çareseriyê ji Şamê nedîtiye.”

Her wiha got: “Me ji Rûsyayê daxwaz kir ku alîkariyê bike, ta ku em bigihin çareseriyeke siyasî ku dawî li kirîza Sûriyê ya mezin bîne. Em ji Şamê jî dixwazin ku çareseriyeke siyasî ya realîst qebûl bike.”

Lê tekez kir, Şam hîn jî li ser siyaseta xwe ya redkirinê rijd e û her pêşniyarên realîst ên ku krîzê bi dawî bike û bibe alîkar ji bo peydabûna aştî û aramiyê, red dike.

Mazlûm Ebdî ragehand ku HSD “hêzeke pîşeyî û niştimanî ye, em daxwaz dikin ku ew bibe beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê û piştre rol û karê wê bi yasayekê were birêkxistin.”

Lê Ebdî tekez kir jî, her axaftinek li ser hilweşandina HSDê bê kirin, dê ji bo astengkitina her çareseriyeke siyasî ya muhtemel be û dê ti cidiyeta diyalogê nîşan nade.

Pustên heman beş