Darka Mazî agahiyên di civînên nihênî yên HSD’ê û Heyet Tehrîr El-Şam de hatine baskirin eşkere dike

Darka Mazî agahiyên di civînên nihênî yên HSD’ê û Heyet Tehrîr El-Şam de hatine baskirin eşkere dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’e û Heyet Tehrîr El-Şam ku grûpeke mîlîşyaye çendîn caran bi hev re civîyane û di civînên xwe de têkiliyên leşkirî, dîplomasî û aborî nîqaş kirine.

Piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam li sala 2017an ji El-Qaîdeyê cuda bûy, bi rêya kesên Ereb yên li parêzgeha Idlibê nîştecî û di nava refên hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, têkiliyên ne fermî bi HSD’ê re danîn, van du hêzan hin caran kesên daxwazkirî yên di bin desthilata xwe de radestî aliyê din kiriye.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, di dema salên derbasî bûyî de çendîn civîn di nêvbera rayedarên van du hêzan de pêkhatine, ji bo mînak li Golana sala 2022an li bajarokê Minbicê yê ser bi parêzgeha Idlibê ve hin berpirsên Heyet Tehrîr El-Şam û HSD’ê civîyane û di civînê de bas li çewaniya lawazkirin û jinavbirina pêkhateyên ser bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyê li Bakurê parêzgeha Helebê kirine.

Her weha çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, di 12ê Kanûna 2022an de jî li bajarê Cerablusê yê ser bi parêzgeha Helebê ve, civîneke din di nêvbera rayedarên van du hêzan de pêkhatiye û di vê civînê de rayedarên Heyet Tehrîr El-Şam pêşniyar kiriye ku çekdarên kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê vekşin û hêzên Heyet Tehrîr El-Şam cihê wan bigirin, pişt re her du hêz bi hevre rêveberiyeke xweser ji navçeyê re pêk bînin û bi hev re li dijî Hêzên Rejêma Sûriyê û mîlîşyayên Îranê şer bikin.

Çavkaniyên me tekez kirin, Ebu Mihemed El-Culanî yê fermandarê giştî yê Heyet Tehrîr El-Şam, hin berpirsên vê rêxistinê erkdar kirine ji boy ku hemahengiyê bi HSD’ê re bikin û ji aliyê çek û teqemeniyan alîkariya HSD’ê bikin.

Her weha rayedarên Heyet Tehrîr El-Şam di civîneke din de daxwaz ji rayedarên HSD’ê kiriye têkilî û hemahengiya leşkirî di nêvbera wan de hebe ji boy ku li bakur û rojhilatê Sûriyê rûbrûyê hêzên rejêma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê bibin.

Herî dawî jî, nûnerên HSD’ê û Heyet Tehrîr El-Şam li meha Hezîrana sala 2023an li gundê El-Xezawîye yê dikeve nêvbera parêzgeha Heleb û Idlibê civîyane û bas li ser mijarên girêdayî bazirganiya petrolê di nêvbera xwe de kirine.

Heyet Tehrîr El-Şam, ku carnan wekî rêxistina Tehrîr El-Şam tê zanîn, komek cîhadîya selefîye ku hîn jî di şerê navxweyî yê Sûriyê deye. Kom di 28ê çileya 2017ê de bi rêya yekbûna Cebhet Feth El-Şam (berê Cebhet El-Nusra) bû, Ensar El-Dîn, paşê Ceyş El-Sunne, Lîwa El-Heq û Nûr El-Dîn hat damezrandin. Demek kin piştî ragihandina damezrandinê; çend grûpên din tevlî wê rêxistinê bûn, herwiha hejmarek kes û şervanên ji Sûriyê û derveyî Sûriyê jî tevlî rêxistinê bûne.

Pustên heman beş