Rêkarên destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê dike

export kurdistan petrol to turkey

Şandeke SOMO, Wezareta Petrolê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kir û ligel aliyê Tirkiyê ji nêzîk ve rewşa boriya petrolê şopandin. Di gava yekem de jî, petrol dê weke ceribandinekê bi rêya boriyan bê hinardekirin.

Endamê Komîta Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ji K24ê re ragihand: “Nirxa petrolê li cîhanê her diçe bilind dibe û Amerîka jî naxwaze nirxê petrolê bilind bibe. Amerîka dixwaze berhemanîna petrola xav li Herêma Kurdistanê berdewam be. Xaleke din jî ew e ku di serdana xwe ya vê dawiyê bo Amerîkayê de peyamek zelal ji Mihemed Şiya Sûdanî re hat dayîn ku divê çareseriyekê ji pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê re bibînin”.

Pêştir jî Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayrakdar gotibû, boriyên petrolê ji aliyê teknîkî ve amade ne û em xwe amade dikin ku hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê careke din destpê bike.

Li gorî pisporên aborî, Iraq û Tirkiye sûdmendê sereke yê hinardekirina petrolê ne, ji ber ku di rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û yasaya bûdceyê de hatiye gotin ku divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî SOMO bike, li hember jî divê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were dabînkirin.

Aborînas Mihemed Zirarî got: “Yekemîn zirarmendê rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, hikûmeta Iraqê ye, ku mehane zêdetirî 1 milyar dolar zirarê digihîne bûdceya Iraqê. Tirkiye piştî Herêma Kurdistanê di rêza duyemîn de ye ku ji sedî 80ê kesên ku di sektora petrolê de dixebitin bêkar mane, lê di gava yekem a destpêkirina hinardekirina petrolê de, ew ê vegerin ser karên xwe”.

Pustên heman beş