Çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî 11 salî revandin

ciwanen-shorashgar

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku yêk ji baskên PKKê û Rêveberîya Xwesere li Rojava Kurdistanê, duh 24 îlonê zarokekî 11 salî revandin û birin serbazgehên xwe yên li Hesekê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ku rasterast bi fermana Qendîlê û şexsê Cemîl Bayîk karê revandina zarokan û îşkenceya kesên welatparêz û êrîşa ser baregehên partiyên Kurdistanî dike, li rojên rabûrî, zarokekî din yê 11 salî bi navê “Ramî Hesen Elî” ji taxa Şêxmeqsûd yê li Helebê revand.

Destnîşan kir, çeteyên Ciwanên Şoreşger ev zarok veguhestin serbazgehên PKKê yên li Hesekê ji bo ku perwerdehîya leşkirî bibîne.

PKKe baskên wê yên Rojava Kurdistanê, berdewamin li ser leşkerkirina zarokên temen biçûk û şandina wan ji bo kampên leşkerkirinê li deverên di bin destê wan de, tevî ku Rêveberîya Xweser û HSDê gelek soz dane Kwalîsyona Navdewletî ku sînorekî ji boy vê rewşê deyn in.

Pustên heman beş