Kurê terorîstekî DAIŞê şofêrê berpirsekî YBŞ’ê ye

Kurê terorîstekî DAIŞê şofêrê berpirsekî YBŞ’ê ye

Kurê terorîstekî ser bi DAIŞê ve ku bi regez erebe û bavê wî beşdarî êrîşa li ser Şengalê bûye niha di nava refên YBŞ’ê de ye û weke şofêrê berpirsê îstixbarata YBŞ’ê kar dike.

Li gor agahiyên taybet ên pêgeha Darka Mazî ku li çavkaniyên herêmî bi dest xistine, Esker Yûnis Hemîd Mîlî, bi kod navê Fedayî Esker ku bi esla xwe erebe û ji dayîk bûyê sala 2002an ne kurê terorîstekî ser bi DAIŞê ye ku beşdarî êrîşa li ser Êzdiyan li Şengalê bûye û fermana desteserkirina wî ji aliyê dadgeha Mûsilê ve derketiye.

Ev çekdarê YBŞ’ê ji gundê Çaîr Xilfis yê ser bi bajarokê Beacê ye û niha nişteciyê gundê Um Elzîban yê ser bi bajarokê Gir Izêrê ye. Ew di sala 2017an de dema jiyê wî hêjan 15 sal beşdarî nava refên YBŞ’ê bûye û di nava YBŞ’ê de weke şofêrê berpirsê îstixbarata YBŞ’ê yê bi navê Ebdulla Hedu bi kod navê “Rênas” ku baregehê wan li gundê Sikîne yê ser bi bajarokê Gir Izêrê kar kiriye.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, zêdebarî karê xwe yê şofêriyê, esker Yûnis bi karê komkirina agahiyan û tecnîdkirina zarokên ereb di nava refên YBŞ’ê de li gundên sînorî yên Sûriyê rabûye.

Bavê esker, Yûnis Hemîd Mîlî pêş niha çekdarê DAIŞê bûye li Beacê û di êrîşa li ser Şengalê de di 3/8/2014an de beşdar bûye û niha di zindana Cirkîn ya li Rojava ku ji aliyê HSD’ê ve tê birêvebirin bi sûça DAIŞ bûnê di zîndanê deye, ev di demekî de ye ku fermana desteserkirina wî ji aliyê dadgeha Mûsilê di 28/9/2016an de derçûye.

Pustên heman beş