Balafirên şer yên Tirkiyê Wertê bomb baran kir

werte-info

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê îro gundên Bokrîskan yê girêdayî navçeya Wertê bomb baran kir û bi wê sedemê du hemwlatî birîndar ketin.

Îro roja çarşemî 27/9/2023 balafirên şer yên dewleta Tirk gundên Bokrîskan yê ser bi navçeya Wertê ve bomb baran kir û bi wê sedemê du hemwlatî birîndar ketin, yêk jê birîna wî dijware û ji boy nexweşxaneya Ranye hatiye veguhestin.

Hat ragihandin ku hemwlatiyê ku birîna wî dijwar e di rîya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da ye.

Li sînorê navçeya Wertê ya girêdayî qezaya Rewandizê binke û baregehên PKKê hene û bi wê sedemê dewleta Tirk dewam wê deverê bomb baran dike.

Pustên heman beş