Di şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên xwecihî de 118 kes hatin kuştin

Di şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên xwecihî de 118 kes hatin kuştin

Di şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên xwecihî de, herî kêm 118 kes li rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên xwecihî de ku mehek e li gundewarê rojhilatê Dêrazorê dest pê kiriye, 29 çekdarên HSDê û 79 çekdarên xwecihî, herwiha 10 sivîl hatine kuştin.

şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewla de, ji 27’ê Tebaxa borî ve dest pê kirine.

HSDê roja 4ê Îlonê de jî di daxuyaniyekê de ragihand, “kesê bi navê Îbrahîm El-Hefil, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin, ji ber ku ew bûye sedema rijandina xwîna şervan û xelkê û li gorî fermanên aliyên derve serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê dike.

Pêr 26ê Îlonê hejmarek ji çekdarên xwecihî yên ser bi rêjîma Sûriyê ve ji rojavayê çemê Firatê, ji navçeyên di bin kontrola mîlîsên Îranê de derbasî gundewarê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û HSDê de derketin.

Rewangehê îro da zanîn, HSDê karî bi sedan çekdarên ku ji deverên di bin kontrola milîsên Îranî de derbasî aliyê rojhilat çemê Firatê bibin dûr bixe.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî roja 24ê vê mehê di hevpeyvînekê de ligel kovara “El-Mecla” de derbarê aloziyên li Dêrazorê de ragihand, hevrêziyeke zelal di navbera Şam û Tehranê de heye, Tirkiye jî bi piştgiriya komên çekdar ên Sûrî ket ser vê xetê, lê ew her sê welat bi ser neketin û “rewş niha aram bûye.”

Pustên heman beş