PKKê ciwanek û zarokek dane kuştin û got ew xweşmirov bûn

xweşmirovan-pkk-nfo

Rêxistina PKKê duh nasnameya ciwanekî û zarokekî aşkere kirin ku di şerê bê encam ê li gel Tirkiyê de da ne kuştin û di pesnê wan de gotiye: Wan xweşmirovan heya kêlîya dawiyê a jiyana xwe şer kirin.

Duh roja înî 29 îlona 2023an HPGê baskê leşkerî yê PKKê nasnameya du çekdaran yêk jê zarok aşkere kir ku li mehên rabûrî bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Ev çekdar bi navên kod Bager û Piling in, HPGê di pesnê wan de hinek çîrok vehandine û tê de dibêje ewan xweşmirovan xwe ji boy rêbertiyê feda kir, ew layîq derketin.

PKKe her roj nasnameyên komên zarokên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, zarokên ku li sal û mehên berê jiyana xwe ji dest da ne û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî ye, zarokên Kurdan li cem PKKê sotemenîya şer in û ku mirov li cem wê xweşmirov be, pêwîste ji boy Apo bimire!.

Pustên heman beş