PKKe dibêje di meha îlonê de me 150 eskerên Tirk kuştine

pkk-amar-net

PKKê bîlançoya saxte ya şerê xwe yê li gel Tirkiyê ya meha îlonê aşkere kir û got: Me 150 esker kuştine, 5 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja yekşemî 1\10\2023 bîlançoya meha îlonê ya şerê bê encamê li gel artêşa Tirkiyê aşkere kir, li gorî wê 150 esker hatine kuştin, 38 birîndar bûne û li himberî vê qetilamê!! Tenê 5 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê destnîşan kir, tevî vê hejmara kuştiyên dijimin, di meha îlonê de çekdarên wan 6 helîkopter jî derb da ne û xistine xwarê!.

Hêjayî bi bîr anînê ye, PKKe van nûçeyên derew tenê ji boy xapandina gel parvedike û kuştina ewqas eskeran li qada şer tune, eskerên dagîrker tenê di medyaya PKKê de tên kuştin.

Pustên heman beş