Tirkiye berpirsekî PKKê li Qamişlo kuşt

Mûzdelîf-Taşkin-info

Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê di operasyonekê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê radigihîne.

Li gor Ajansa “Anadolu”, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li bajarê Qamişlo li dijî PKKê operasyoneke taybet kiriye û berpirsê PKKê yê ji Asayîşa Giştî Mûzdelîf Taşkin yê bi nasnavê (Aslan Çele/Aslan Samura) kuştiye.

Diyar kir jî, MÎTê li ser rêya Qamişlo-Amûdê çalakiyek li dar xist û tê de Mûzdelîf Taşkin bêbandor kiriye.

Hat ragihandin, Mûzdelîf Taşkin plandanerê êrîşa Oramarê ya di sala 2007an de ya li dijî arteşa Tirkiyê hatibû kirin bû ku di encamê de, 12 leşker hatin kuştin û 16 leşker jî birîndar bûn.

Pêştir Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn roja 18ê Îlona borî di daxuyaniyekê de ragihandibû, droneke Tirkiyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo – Amûde kir armanc û di encamê de 2 endamên asayîşê canê xwe jidest dan.

Pustên heman beş