Balafirên şerên Tirkiyê çend deverên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin

Balafirên şerên Tirkiyê çend deverên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin

Firokeyên şerên Tirkiyê li ser sînorê Raperînê bi nizim difirin û dest bi bombebarankirina çiyayên Qendîlê kirine.

Li gor agahiyan, balafirên şerên Tirkiyê li navçeya Mawet jî bombebaran kirine.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, îro sêşemî 3/10/2023 demjimêr 20:00ê firokeyên şerên Tirkiyê dest bi bombebaranê kirin û heta niha jî ziyanên canî û madî ne diyarin, ji bilî şikandina çend derî û pencereyên hin xaniyan li gundê Endzeyê li çiyayê Qendîlê.

Ji aliyekî din, rêveberê bajarokê Wertê yê navçeya Rewandizê, Muslih Zirar ragihand, ku gundên Bokrîskan û Zargalî yên gundê Wertê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Her weha li sînorê Silêmaniyê jî firokeyên şerên Tirkiyê gundê Gelale bombebaran kirin û piştî bombebaranê jî li ser asîmanê wê herêmê difirin.

Pustên heman beş