Salek bi ser şehîdkirina Hawkar Ebdulla re derbas bû

hawkar-net

Dije Terora Kurdistanê ragihand tevî ku salek li ser şehîdkirina efserê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Hawkar Ebdulla re derbasbû û gumanberên vê kiryara terorîstî jî aşkere ne, lêbelê hêjan nederketine pêşberî dadgehê.

Dije Terora Kurdistanê bi bûneya derbasbûna salekê li ser şehîdkirina efserê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Eqîd Hawkar Ebdulla daxuyaniyek belav kir û tê de hatîye:

Berya salekê roja 7ê cotmeha 2022ê efserê Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê Eqîd Hawkar Ebdulla di encama êrşeke terorîstî de şehîd bû û hevjîn, du zarok û xuşkek wî jî birîndar bûn.

Ligel eşkerekirina gumanbaran jî, hêjan ew nederketine pêşberî dadgehê, ev xemsarîya wî alî pêwendîdar di radestnekirina wan de bo yasayê, dê rê li ber berdewamiya tirsandin û terorîzmê di bin navê dezgehên ewlehiyê de veke.

Pustên heman beş