Dema 10 rojane Endezyarekî kurd li Efrînê hatiye revandin

Dema 10 rojane Endezyarekî kurd li Efrînê hatiye revandin

10 rojin endezyarekî Kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatiye revandin û çarenvîsa wî ne diyare.

Endezyar Şêxo Cemîl Hec Ehmed Zade, di 29 Îlona bûrî de, ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin, û ta niha çi dengûbas li ser wî nehatîne hîn bûn.

Malbata wî da zanîn ku endezyarî dixwest ji bajarê Efrînê bo gundê Zêtûnekê vegere, li gorî kamîreyan li çaryana gundê Emara hatiye revandin, di heman rojê de nûçe ji bo malbata wî hat.

Malbata wî her weha anî ziman jî piştî du rojan otomobîla wî li nêzîkî gundê Stêr hatiye dîtin, ji wê rojê ve ta niha çi zanyarî û agahî li ser nîne.

Ji dema ku Tirkiyê û komên çekdar destê xwe danaye ser herêma Efrînê ta roja îro girtin û revandina kurdan berdewam dike, herî dawî du pizîşk yek ji wan kurde bi tometa madeyên hişber hatibûn girtin, lê tomet nerast derketin di 28 Îlonê de hatin berdan.

Pustên heman beş