Hêzeke ewlehiyê li bajarê Kerkûkê li ser mala berdevkê Velivîna Newey Niwê de girt û di nava mala wî de û li ber çavê malbata wî li wî xist, heqaret li wî kir û piştre ji malê derketin.
Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, serê sibeha 13/9/2023an li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê, çar çekdarên cil reş çûne ser mala Hîmdad Şahînê berdevkê Velivîna Newey Niwê ku dixwaze di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê de weke serokê lîsta Velivîna Newey Niwê beşdar bibe.
Li gor agahiyên Darka Mazî, çekdaran bi awayekî herî tund li ber çavên her yek ji xuşk û bavê wî li Hîmdad Şahîn xistiye, malbata wî ji çekdaran re ragihandiye ku ew dizanin ev çekdarên hêza reş ya ser bi YNK’ê ne ku Asû Mamend serpiriştiya wan dike û wê giliyê li wan bikin. Paş ku li Hîmdad Şahîn hatiye xistin û ew hatiye heqaretkirin çekdar ji mala wî derdikevin.
Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, paş vê bûyerê Hîmdad Şahîn çûye bingehê polîsên Rehîmawa û bêy ku navê ti aliyekê bîne gilî tomar kiriye.
Hîmdad Şahîn bi kesekî ziman dirêj û pirr bêj li Başûrê Kurdistanê tê naskirin, ew li ser her tiştî dipeyve û daxuyaniya dide, derewan dike û li dijî Hikûmeta Herêmê dipeyve, lê belê ji tirsa hêza Reşa YNK’ê tevî ku li wî xistiye û heqaret li wî û malbata wî kiriye heya niha ev mijar di ragihandinê de bas nekiriye, medyaya Velivîna Newey Niwê jî ev mijar paş guh kiriye û heya niha eşkere nekiriye.