Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, şeva borî di bomberana li ser navendek wan a li Dêrikê, hejmarek endamên wan hatine kuştin û birîndarkirin.
Hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî 8’ê Cotmehê, firokeyeke şer a Tirkiyeyê navendek asayîşê ya li devera Koçerat a li Dêrikê bombebaran kir.”
Da zanîn jî, di encama êrîşê de hejmarek endamên wan hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Herwiha asayişê destnîşan kir jî, ew ê piştre agahiyên berfireh derbarê vê êrîşê de bi raya giştî re parve bike.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşa li ser navenda asayişê de, 11 kes hatine kuştine û hejmarek jî birîndar bûne.
Rewangehê got jî, eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birînên hin birîndaran giran e.