Di êrişên Tirkiyeyê de 29 endamên asayişê li Dêrikê hatin kuştin

Di êrişên Tirkiyeyê de 29 endamên asayişê li Dêrikê hatin kuştin

Di bombebarana artêşa Tirkiyeyê ya li ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li Dêrikê de, 29 endamên asayişê hatin kuştin û 28 endam jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê îro 9ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrîşên dawiyê yên artêşa Tirkiyeyê li ser gundên Dêrikê û Rimêlanê de, 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê hatin kuştin û 28 jî birîndar bûne.

Wê daxuyaniyê amaje daye wê yekê ku “armanc ji wan êrîşan derxistina tevliheviyê û rêgirtina li têkoşîna gel û hêzên me yên leşkerî û ewlekariyê yên li dijî terorê ye”.

Herwesa wê daxuyaniyê amaje daye êrîşa li ser cihên petrolê û herêmên sivîlan û Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê û dibêje: Vê akademiyê 24 saetan ji bo parastina civakê ji bandorên hişbirê kar dikir.

Herwesa pareke din a wê daxuyaniyê bêdengiya navneteweyî li beranberî kiryarên Tirkiyeyê şermezar dike û dibêje, “ev bêdengî û paşguhkirin zordestiya rejîma faşîst zêdetir dike”.

Li dawiyê jî Rêveberiya Xweser 3 roj wek şîn ragihand.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, di encamê de ziyanên canî û madî derketine.

Pustên heman beş