‘Festîvala Rêya Çanda Sûrê’ li Amedê dest pê dike

‘Festîvala Rêya Çanda Sûrê’ li Amedê dest pê dike

Festîvala Rêya Çanda Sûrê ku îsal cara duyemîn li Amedê tê lidarxistin, wê di navbera 14-22’ê Cotmehê de pêk were.

Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya der barê mijarê da, mihrîcan wê li Diyarbekira ku navenda gelek şaristaniyan e ku bi avahiyeke pir olî, pirzimanî, pirçandî ya Mezopotamyayê, mîmarî û feraseta xwe ya bêhempa ye, were lidarxistin. 500 kes dê 9 rojan li zêdetirî 40 cihan beşdar bibin.Zêdetirî 100 çalakî dê bi hunerhezan re bên cem hev.

Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê ya ku dê li Diyarbekira navenda zanist û rewşenbîriyê ya Anadoluyê(Kurdistanê)û yek ji girîngtirîn bajarên ku çîroka hevpar a mirovahiyê bi dîroka xwe ya deh hezar salî dest pê kiriye bê lidarxistin, wê bala hemû beşên civakê bikişîne. Ji dengbêjan bigire heta konserên hunermendên gelêrî, ji şanoyê bigire heta konserên ku dê stranên tirkî, kurdî û ermenî bên gotin, ji çalakiyên zarokan heta şevbûyerên Eywanê dê gelek çalakiyên cuda bên lidarxistin.

Di Festîvala Rêya Çanda Sûrê de, Qada Deriyê Çiyê, Dêra Keldanî, Mizgefta Mezin, Hemama Paşa, Xana Hesen Paşa. Cihên sembol ên bajarê kevnar ên wekî Mizgefta Silêman, Baskê Keçî, Mizgefta Kurşunlu, Dêra Surp Giragos, Mizgefta Şêx Muxtar, Medreseya Mesudiye, Dêra Dayika Meryem, Karwansera, Qesra Cemîl Paşa, Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê, Pira Dîcle, Baskê Ben û Sen, çand, huner û muzîkê re wê bibe rê.

Pustên heman beş