Artêşa Tirkiyeyê gundewarên Şera û Şêrawa topbaran kirin

Şera û Şêrawa

Artêşa Tirkiyê gundewarên Şera û Şêrawa yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî yên ji Herêma Efrînê, şevê din artêşa Tirkiyeyê gundewarên Şera û Şêrawa yên herêma Efrînê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan, artêşa Tirkiyeyê gundên Aqîbê û Bênê li nahiyeya Şêrawa topbaran kirine.

Hevdem gundê Merenazê yê li nahiyeya Şerayê yê herêma Efrînê jî topbaran kiriye.

Di heman demê de artêşa Tirkiyeyê gundên Til Çîçan û Bendava Şehbayê li navçeya Şehbayê li bakurê Sûriyeyê topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyeyê ji 4ê Çiriya Pêşîn ve êrişên xwe li navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine.

Pustên heman beş