Li 8 bajaran bi sedema PKKê 27 kes hatin desteserkirin

pkk-oparasyon

Li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro “bi sedema PKKê” 27 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, tîmên fermandariya cendirmeyan ên bajaran li parêzgeha Riha, Mêrdîn, Wan, Meletî û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê û Îzmir, Isparta û Manisa yên Tirkiyeyê operasyon da destpêkirin.

Ali Yerlikaya da zanîn ku “bi sedema PKKê” 27 kes hatin desteserkirin.

Bi gotina Alî Yerlîkaya 27 kesên hatine desteserkirin “amadekariya çalakiyan” dikir.

Piştî êrîşa 1ê Çiriya Pêşînê ya li dijî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, hêzên ewlehiyê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes desteser kirine.

PKKê berpirsyariya wê êrişê li xwe girtibû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “sedema PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş