Bafil Talebanî: Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin

bafil-meri

Serokê YNKyê Bafil Talebanî got, “Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin.”

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî beşdarî MERIyê bû û bal kişand ser mijarên di rojevê de.

Bafil Talebanî da zanîn ku ku pêwendiyên YNK û Tirkiyeyê ne baş in û got:

“Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin lê ku Tirkiye ne hazir be em çi bikin?”

Talebanî destnîşan kir ku ew di mijara Rojavayê Kurdistanê de wekî Tirkiyeyê nafikirin.

Serokê YNKyê herwiha bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û got, “Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin”.

Pustên heman beş