31 sal in şehîdê pêşmerge Elî Omer bi destê PKK’ê hatiye terorkirin

31 sal in şehîdê pêşmerge Elî Omer bi destê PKK'ê hatiye terorkirin

Îro 11ê Cotmeha 2023yan, 31 sal li ser şehîdbûna Elî Omer Xelîl, kurê Rojavayê Kurdistanê, ku li ser destê PKKê hate şehîdkirin darbas dibin.

Şehîd Elî Umer li gundê Rîhanîkê yê bi ser bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, di 1ê Çileya 1972yan de ji dayîk bûye, xebateke mezin di ber doza Kurdî de kiriye, ku tevlî serhildana kurdan ya di sala 1991ê de li Başûrê Kurdistanê bû, mil bi mil bi Pêşmergeyên qehreman re berevanî di ber xaka Kurdistanê de dikir.

Elî Umer, destpêkê tevlî bereya Kurdî bû û di gelek şeran de beşdar kir, bi hevalên xwe re navçeya Sêmêlê ya bi ser bajarê Duhokê ve rêzgar kir, û pişt re derbasî eniyên Mûsil bû, ta ku karîbûn xaka Kurdistanê rêzgar bikin.

Se’îd Umer birayê wî yê piçûk e, ku ew jî tevlî rêzên Pêşmergeyan bû, niha endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ye.

Şehîd û xebatkarê kurd Elî Umer di 11ê Cotmeha 1992yan di encama êrîşeke PKKê de şehîd ket, û li navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê bi beşdariya cemawerî berfereh bi xakê hate sipartin.

Pustên heman beş