Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin

dersim-1020-1

Li parêzgehên Dêrsim, Dîlok û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û standan hatin qedexekirin.

Biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê ji îro heta 15ê Çiriya Pêşînê hemû çalakiyên wekî kombûn, xwepêşandan, meş û grev, vedana kon û çalakiyên din qedexe ne, qedexe hem li navenda bajêr û hem jî li qezayên Dêrsimê heye.

Parêzgariya Dîlokê jî bi daxuyeniyekê biryara qedexeyê ragihand.

Li Bakurê Kurdistanê biryara qedexeyê ya sêyemîn jî li parêzgeha Çewlîgê hat dayîn.

Di daxuyaniyên her sê parêzgehan de tê îdiakirin ku “bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, rêlibergirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêlibergirtina tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêlibergirtina her bûyereke din” biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Biryara qedexekirinê, çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Pustên heman beş