Qaymeqamê Rewandiz: Ji ber şerê PKK û Tirkiyê geştyar nikarin biçin cîhên geştyariyê

Qaymeqamê Rewandiz: Ji ber şerê PKK û Tirkiyê geştyar nikarin biçin cîhên geştyariyê

Qaymeqamê qeza Rewandizê ragehand, gundên binarê Qendîl û sînorê Wertê, ji ber binke û baregehên PKKê lê nêzîk in û tevgera wan lê heye, bûye sedemê metirsiya bombebaranên Tirkiyê li ser xelkê û ji ber wê jî di çend salên borî de li wî sînorê hejmarek hemwelatî bûne qurbanî.

Qaymeqamê qeza Rewandizê Ehmed Qadir ragehand: ‘’Gundên binarê Qendîl û sînorê nahyeya Wertê, binke û baregehên PKKê lê nêzîk in, gelek caran pirsgirêk ji bo xelkê çêdikin, çi bi wergirtina bac a bi zorê be, çi ji ber bombebaranên Tirkiyê be, mixabin hemwelatî di tirsê de ne û metirsî ji bo wan çêdibe. Salên borî û îsal jî ji ber bombebaranan xelk bûne qurbanî.’’

Herwaha got: ‘’Di sala 2023yê de gelek caran ew navçeyane hatine bombebaran kirin û ziyanên canî û madî geheştiye xelkê deverê. Ji aliyekî din ve jî PKK bûye sedem ku destê avadaniyê negehe hejmarek gundan û heta naha wekî ku hatiye diyar kirin 6 gund di metirsiyê de ne.’’

Qaymeqamê Rewandizê got: ‘’Ew navçeyane xwedî xwazayekî xweşik in, lê ji ber tevgera PKKê û neseqamgiriya li wan gundan, geştyar nikarin serdan bikin û wek navçeya geştyarî sûd lê nayê wergirtin.’’

Pustên heman beş