Partiya Karkeran bi parvekirina derewan şerê xwe yê bê êncam dewam dike, herî dawî îro gotiye ku çekdarên wan fît 75 eskerên Tirk di 7 rojên rabûrî de kuştine.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja şemî 14/10/2023 bîlançoya 7 rojên rabûrî ango ji 6 heya 13/10/2023 ya şer aşkere kir û got ku çekdarên wan 75 leşkerên Tirk kuştine û bi dehan birîndar kirine.
Li gorî Partîya Karkeran, ji 6 vê mehê ve wan her rojê 11 esker kuştine!! Lê ya rast kuştina tu yêk ji eskeran li qada şer tune, PKKe tenê eskerên dagirker di medyayê de dikuje.
Partiya karkeran ji sercema 75 leşkerên ku gotîye wê kuştine, dîmenên yek ji wan jî parve nekiriye û di nûçeya ragihandina kuştina wan de wêneya du çekdarên keç yên zaro parvekiriye.
Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radghînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.