Îro 58 roj in Cinêd Seyid Mecîd endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê ve li Girkê Legê girtî ye hîn jî çarenivîsa wê ne diyar e.
Cinêd Seyid Mecîd û Berzan Hisên, rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê, ji aliyê çekdarên PYDê li Girkê Legê hetin girtin, Berzan Hisên di 30yê Îlûnê de hat berdan, lê ta niha dengûbasê Cindê Seyid Mecîd tune ne.
Cinêd Seyid Mecîd ku ji 16ê Tebaxa bûrî ve hatiye girtin, heya roja îro, ne sedemên ku pê hatiye girtin diyar bûne, ne jî agahî û zanyarî li ser çarenivîsa wî diyar in.
Beriya niha rêxistina Dengê Girtiyan, li ser rûpela xwe li ser torên civakî daxuyaniyeke taybet bi navbûrî belav kir, tê de ji PYDê xwest di zûtirîn dem de çarenivîsa wî diyar bike û serbest berde.
Dengê Girtiyan her weha piştrast kir ku ji aliyê Asayîşa PYDê ve li Girkê Legê hatiye girtin, tevî ku beriya niha 2 caran hatiye girtin û binçavkirin, çarenivîsa wî ne diyar e, rêxistinê ji PYDê xwest wî radestî dadgeheke dadperwerane ya navdewletî bike, û rê bide ku malbat û kesûkarên wî serdana wî bikin û eger bi tu tawanekê ranebûye ku pê were zîndanîkirin, divê yekser serbst berde.
Dengê Girtiyan banga xwe arastey rêxistinên mirovî, û mafperwerî yên xwecihî û navdewletî kir ku destêwedanê bikin û wî serbest berdin.
Cinêd Seyd Mecîd ku weke endamê Encûmena Herêmî di nava partiya xwe de PDK-Sê cih digire, di heman roja ku rojnamevan Berzan Hisên ku ew jî di nava heman partiyê de rojnamevan e, li Girkê Legê hate girtin, di 30 Îlûnê de çekdarên PYDê rojnamevan Berzan Hisên serbest berda, tevî bangên berdewam ji Encûmna Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê û divê sînorek were dayîn.