PKKê dîsa 12 dagîrker kuştin û du helîkopter derb dan!!

pkk-helîkopter-turkey-hpg-info

Medyaya Partiya Karkeran li ser parvekirina derwan berdewame, herî dawî îro got ku wan 12 eskerên Tirk kuştine û du helîkopter derb dane!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 16\10\2023an daxuyanî da û got ku çekdarên wan 5 eskerên Tirk kuştine, duh jî 7 esker kuştine û du helîkopter derb dane.

Li gorî Partiya Karkeran, ji 6 vê mehê ve wan 86 eskerên Tirk kuştine wate her rojê pêtirî 10 eskeran kuştine!! Lê ya rast kuştina ti yêk ji eskeran li qada şer tune, PKKe tenê eskerên dagîrker di medyayê de dikuje.

Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş