Li çiyayê Heybet Sultan yê navçeya Koyê balafireke bêmirov otomobîlek kir armanc û ajokar jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê rêveberê giştî yê tendrustiyê li Koyê Şîrwan Celal ragihand, firokeyeke bê firokevan li çiyayê Heybet Sultan otomobîlek bombebaran kir û di encamê de ajokar jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşê de ajokarê otomobîlê ku zilamek bû jiyana xwe ji dest da û 3 jin jî di nava otomobîlê de bûn.