Zêdekirina nirxên hatinûçûnê nerazîbûna welatiyên Kobanê zêde kir

Zêdekirina nirxên hatinûçûnê nerazîbûna welatiyên Kobanê zêde kir

Di 17ê Cotmeha sala 2023 an, rêveberiya PYDê bi rêjeyeke mezin nirxê hatinûçûnê zêde kir, ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin di nav welatiyên bajarê Kobanê û gundewarê wê de.

Rêveberiya Giştî ya Veguhestinê ya ser bi rêveberiya PYDê ve li bajarê Kobanê biryar da ku nirxên hatinûçûnê bi rêjeyeke mezin zêde bike, nirxê hatinûçûnê ji Kobanî ber bi deriyê sînorî yê Sêmalka/Fîşxabûrê ya bi Herêma Kurdistanê re ji 65 hezar lîreyên Sûriyê bo 90 hezar LS bilind kir.

Nirxê hatinûçûnê ji Kobanî bo bajarê Qamişlo jî bû 52 hezar LS.

Biryara bilindkirina nirxên hatinûçûnê piştî mehekê ji bilindkirina nirxê sotemeniyê (mazot – benzîn) ya ku bi rêjeya 400% hete bilindkirin, li gorî biryara nû, nirxê lîtrek mazot ku ji bo otombêlên geştyarî hatiye terxankirin, bi rêjeyek berçav zêde bû û gihişte 2100 L.S. û buhaya wê ya berê 525 lîreyên sûrî bû.

Nirxê lîtra mazotê li bazara reş gihiştiye 4100 LS û buhaya wê ya berê 1200 LS bû.

Ev bilindbûn bû sedema nerazîbûn û rexneyên tûj ji aliyê welatiyan ve, ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku bilindkirina nirxê sotemeniyê û çûnûhatinê ne li gorî dahata wan e û barê giran li ser çîna hejar zêde dike.

Di hewlekê de ji bo cîbicîkirina pabendbûna bi biryarê, rêveberiya PYDê hişyarî da ku her kesê van nirxên dest nîşan kirî binpê bike dê heta 300,000 LS were sizakirin û dê 15 rojan karê xwe li ser xetê bê qedexekirin.

Pustên heman beş