Rêxistina PKKê îro ragihand ku wan hêzên xwe yên çekdar ji kampa Mexmûrê vekişandin û erka parastina ewlehîya kampê radestî ciwanên li wir kirine, Murat Karaylan jî got: «Em bi bawerin ku gelê me yê li wir wê fikir û felsefeya Apo bi rengî herî baş temsîl bike»!
PKKê îro roja pêncşemî 19\10\2023an daxuyanî derbarê kampa Mexmûrê da û got ku ji meha îlonê ve wan hêzên xwe yên çekdar ango |Gêrîla ji kampa vekişandine û niha ti yêk ji hêzên wan li kamê tune.
PKKe îdîa dike ku wan hêz ji boy pêşîgirtina li DAÎŞê şandibûn kampa Mexmûrê û ji ber wan mîsyona xwe bi dawî kir, ji wir hatin vekişandin.
Di vê derbarê de Murat Karaylan got: «Me hêzên xwe ji kampê vekişandin û erka parastina kampê radestî ciwanên li wir kirî ye, em bi bawerin ku gelê me yê li kampê wê fikir û felsefeya Apo bi rengî herî baş temsîl bike».
Kampa Mexmûrê tevî ku penaberê tê de ne, lê ev çendîn sale PKKê weke baregehekî xwe yê leşkerî lê kiriye, meşq û karên perwerdehîyê tê de tên li darxistin û piranîya êrîşên ku li ser berjewendiyên Başûrê Kurdistanê tên kirin li wir tên pilan kirin, bi vê sedemê ev kamp dewam ji hêla dewleta Tirk ve tê bombbaran kirin.