PKKê 174 leşkerên Tirk yên dagîrker bi derewan kuştin!!

pkk-cotmeh-derew-anf-net

Rêxistna PKKê ji destpêka vê mehê ve, 174 leşkerên Tirk yên dagîrker bi derewan kuştine û sêcar hindî wan birîndar kirine, tevî vê hinek helîkopter jî êxistine!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê ragihand ku ji destpêka meha 10 ya îsal 2023an çekdarên wê 174 leşkerên Tirk yên dagîrker kuştine, piranîya wan leşkeran li ser xaka Başûrê Kurdistanê kuştine.

HPGê roja duşemî 15\10\2023an jî daxuyanî da û got ku çekdarên wan du helîkopter êxistine.

Li gorî Partîya Karkeran, ji roja 1î vê mehê ve her rojê çekdarên wê 8 leşkerên Tirk kuştine, lê ya rast kuştina ti yêk ji leşkeran li qada şer tune, PKKe tenê leşkerên dagîrker bi derewan di medyayê de dikuje.

Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radghînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş