PKK’ê xalên serbazî yên nêzîkî kampa Mexmûrê û li çiyayê Qereçoxê vala kirin û radestî artêşa Iraqê kirin, vê yekê jî derfet daye hêzên Iraqî ku li hember hêzên Pêşmerge xalên din ên leşkerî ava bikin.
Jêderekî haydar diyar kir, çekdarên PKK’ê çend şikeft li çiyayên Qereçoxê û 7 xalên leşkerî yên derdora kampa Mexmûrê radestî hêzên Iraqî kirine.
Wî jêderî got, radestkirina van xalên serbazî hîşt ku hêzên Iraqî xalên xwe yên serbazî li sînorê çiyayê Qereçoxê li hember Pêşmerge zêde bikin.
Li gor jêderî, diviyabû ew xal ji aliyê lîwayeke hevbeş a artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge ve hatibana dagirtin, lê niha bi temamî ketin destê hêzên Iraqî û dê di paşerojê de jî pirsgirêkan ji bo hêzên Pêşmerge derxin.
Herwiha got jî, PKK ne amade ye hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û siyaseta ku dişopîne, xizmeta dijberên Herêma Kurdistanê dike.
Li kampa Mexmûrê dora 12 hezar kesan lê dimînin û piraniya wan alîgir û malbatên gerîlayên PKK’ê ne, pêştir jî gelek caran ew kamp ji aliyê Tirkiyê hatiye bombebarankirin û ziyanên canî û madî di encamê de derketine.
Valakirina baregehên PKK’ê û radestkirina wan bo artêşa Iraqê piştî wê yekê tê, Neteweyên Yekgirtî ji hikûmeta Iraqê re gotibû, ji ber hebûna çekdarên PKK’ê ew alîkariyan ji xelkê kampa Mexmûrê re naşînin.