STENBOL – Rêvebirekî DBPyê hat desteserkirin

Ali-Gültepe

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, endamê Meclîsa Rêveberiya DBPyê Alî Gultepe û endamê HDPyê Cuneyt Yeşîlyurt hatin desteserkirin.

Polîsan vê sibehê li Stenbolê bi ser hinek mal de girt.

Di “operasyonê” de endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Gultepe û endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşîlyurt hatin desteserkirin.

Alî Gultepe û Cuneyt Yeşîlyurt birin Rêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê.

Li aliyê din, operasyona polîsan berdewam dike û dibe ku hejmara kesên bên desteserkirin zêde bibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “Sedema PKKê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş