Li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê keçeke din ya 14 salî ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên ser bi HSD’ê ve hate revandin.
Malbata Salîn Mehmûd Eyad dibêje, Ciwanên Şoreşger 17 roj berê keça wan ya yekane revandiye û wan ji saziyên rêveberiya PYD’ê xwestiye ku keça wan vegerînin, lê tu guhdan bi wan nehatiye kirin.
Çavkaniyên agehdar ji Qamişlo diyar kirin ku dayîka Salîn li hemû deriyên saziyên partiyê li herêmê xistiye û weke her car berpirs û hêzên partiyê hebûna wê keçê red dikin da ku dayîk daxwaza vegerandina yekane zaroka xwe neke.
Ev demeke revandina zarokan û bi taybetî ya keçan ji aliyê rêxistinên ser bi HSD’ê ve li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, roja 17 vê mehê jî YPJ’ê keçên bi navên Mîrav Ednan Xaşo ya 15 salî û Sêmêl Zêdan Îsmaîl ya 14 salî revandibûn, tevî bangên vegerandina wan ji aliyê malbatên wan ve, hîn jî ew herdu keç nehatine vegerandin.
Li rojavayê kurdistanê tevî ku PYD’ê soz daye neteweyên yekbûîy û rêxistinên navdewletî ku zarokan çekdar nekin, lê belê baskên leşkerî û Ciwanên Şoreşger ên girêdayî PKK’ê, hîn jî zarokên temen biçûk tevlî leşkerkirina bi zor dikin û wan dibin kampên leşkerkirinê yên li herêmên di bin kontrola xwe de.