Li Rojavayê Kurdistanê çekdarên PKK’ê bi darê zorê zarokên temen biçûk direvînin û dibin leşkeriyê û wan bi çekdikin û rêdikin qadên şer. Heta grubek çekdar bi nave Ciwanên Şoreşger pêkanîne û erka wan a sereke zarokên Kurda birevînin û bibin bingehên leşkerî yên HSDê. Piraniya caran mal bi mal digerin û zarokên ku dibînin direvînin û bi darê zorê dibin. Gelek cara malbat zarokên xwe vedişêrin yan jî hewldidin bi awayekî wan ji rojavayê Kurdistanê derêxin.
Pirsa çekkirina zarokan li hemû cihên ku PKK lê heye bûye pirsgirêkek sereke. Li bakurê Kurdistanê jî bi sedan zarok hatine revandin û ew rêkirina serê çiyan û bune sedemê kuştina wan.
Gelek caran di medyayê de revandina zarokan wek nûçe tê dayin ,lê PKK û zihniyeta PKK’ê guh nadê dengê dewbaban û erka xwe ya qirkirina zarokên Kurda berdewam dike.
Herî dawî cardin li rojavayê Kurdistanê, du keçen zarok, bi navê Sêmêl Zêdan Îsmaîl a 14 salî ya ji Tirbespiyê û Mîrav Ednan Xişo ji Sihêlê ya 15 salî ji bo leşkeriyê hatine revandin.
Li ser vê yekê hinek rêxistinên mafê mirovan daxûyaniyek ragihandin û ji rêveberiya xweser xwestin ku dawî li van kiryarên xwe bînin û bes zarokan bibin qadên şer. Herweha rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku, zarokên temenê wan ji 18 salî biçûktire vegerînin malên wan.
Lê ne PKK û ne jî tu rêxistinên PKKê guh nade wan û ew her ya di sere xwe de dikin.
Rêxistinên ku daxûyaniya hevbeş ragihandîn evin:
Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûriyê (DAD), Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF), Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (El-Resid), Rêxistina Parastinê di ber Mafên Girtiyên Nerînê li Sûriyê (Rewangeh) û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd a Sûriyê.