“Dengê girtiyan” daxwaza vegerandina (Mîrav û Sîmêlê) li rêveberiya PYDê kir

"Dengê girtiyan" daxwaza vegerandina (Mîrav û Sîmêlê) li rêveberiya PYDê kir

Rêxistina Dengê Girtiyan duh 28 Cotmeha 2023yan, di daxuyaniyekê de, daxwaza vegerandina her yek ji (Mîrav Ednan Xaşo 15 salî û Sîmêl Zêdan Ismaîl 14 salî) yên ku ji aliyê çekdarên yekîneyên parastina jinê YPJ yên ser bi HSD ve hatine revandin, li rêveberiya PYD kir.

Rêxistinê amaje bi wê çendê kir, ku ev kiryar yasayên navdewletî yên derbarê mafên mirovan û leşkerkirina zarokan de binpê dikin.

“Dengê girtiyan” daxwaz ji hemû rêxistinên navdewletî û xwecihî yên mafên mirovan û leşkerkirina zarokan kir, ji bo vegerandina herdu zarokan bo kes û karên wan hewil bidin, da ku jiyana xwe ya asayî bijîn û xwendina xwe berdewam bikin.

Di vê derbarê de, Nûredîn Xaşo ku apê Mîrav ye û di heman demê de xalê Sîmêlê ye di lêdwaneke ragihand ku berê xwe dane her dezgeh û aliyeke peywendîdar lê ew li pêş çavên wan vedişartin.

Da zanîn jî: Piştî hewlên berdewam, ew bi cî kirin, lê dema ku dîtin her du zarok bi temamî hatine guhertin, û weke derman û made dane wan da ku ji malbata xwe dûr bikevin.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019an de li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

Pustên heman beş