Weke her roj, PKKê nasnameya 4 çekdarên din aşkere kir ku du mehan berê li Xakurkê ketine ber êrîşan û ji nû ve îro mirina wan ragihand.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja înî 3/11/2023an nasnameya 4 ciwanên Kurdan aşkere kir ku li meha tebaxa îsal 2023an li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê ketbûne ber êrîşên dewleta Tirk û ji wê demê ve mirina wan veşartî hişitbû.
Navên wan wisaye:
Nimet Ebdulla ji Rojhilata Kurdistanê.
Siruş Emîn ji Rojhilata Kurdistanê.
Yadîn Elî ji Xarpitê.
Kawe Ehmed ji Dirbêsiyê.
HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesnê wan de dîsa bi rûqaymî gotîye: “Ew fedayên Apo û layqî Apo derketin”!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan parvedike ku di salên berê de feda kirine û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin yên ku PKKê bi destê artêşa dewleta dagîrker dane kuştin û hêjan mirina wan îfşa nekirbe.