Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bo cara yekem vedigere Kerkûkê û dest bi xebatên xwe yên siyasî dike.
Vegera PDKê bo Kerkûkê dê bi du gavan be. Di gava yekem de, îro bi biryara Serok Barzanî avahiya Encûmena Serkirdatiya PDKê radestî Zanîngeha Kerkûkê tê kirin. Piştre jî PDK dê baregeha Liqê Sêyem li Kerkûkê werbigire.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê li ber avahiya Encûmena Serkirdatiya PDKê li bajarê Kerkûkê ragihand, hemû kelûpelên avahiya encûmenê hatine derxistin, baregeh bi temamî hatiye valakirin û ti hêzên ewlehiyê lê nemane nînin.
Da zanîn jî, biryar e bi amadebûna Endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Şaxawan Ebdullah û Berpirsê Liqê Sêyem ê PDK’ê yê Kerkûkê Mihemed Kemal, avahiya Encûmena Serkirdayetiyê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bê kirin.
Got jî, Di gava duyem de jî, PDK dê avahiya Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germyanê ku Kemal Kerkûkî serokatiya wê dike û niha li Hewlêrê xebatên xwe dimeşîne, veke. Lêbelê, dîroka vekirinê hîn nehatiye diyarkirin
Biryare roja 18.12.2023ê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê li Kerkûk û 14 parêzgehên din ên Iraqê bi beşdariya zêdetir ji 23 milyon dengderan birêve biçe.
Roja 1/11/2023 li Kerkûk û 14 parêzgehên Iraqê bangeşeya hilbijartinên encûmenên parêzgehan dest pê kir û li Kerkûkê 10 hevpeymanî, 5 partiyên siyasî û 3 namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. 16 namzed jî dê wek endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bên hilbijartin.