Careke din hêzên Tirkî jimareyek gundên bi ser bajarê Qamişlo, Amûdê, û Tirbe Spîyê yên rojavayê kurdistanê armanc kirin, û ziyan bi tenê madî bûn.
Jêderên xwecihî û çalakvanên deverê ragihandin ku derengiya şeva bûrî, careke din hêzên Tirkî her yek ji gundên Rûtan, Til zîwan, Elkerama, Cirnik, û Elbuhêra li rojavayê kurdistanê armanc kirin.
Li gorî heman jêderan ku di encama wan êrîşan de ziyanên madî rû dan bê ku zyanên canî bikevin.
Ji aliyê xwe jî dîdevanan tekez kirin ku bi sedema van êrîşê tirsek di nava welatiyên deverê bi taybetî jin û zarokan de belav bû.