Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Murad Qarayilan li ser rewşa dawî ya şer daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyên Qarayilan, “PKK’ê artêşa Tirk gelek têkbirîye. Artêşa Tirkiyê li dijî PKK’ê nikare gavekî bavêje. Bi rastî jî artêşa Tirk ew qas asê mabû ku mecmûr bû ji PDK’ê alîkariyê bixwaze. PKK’ê li gundê Sîda ku 6-7 km dûrî Şêladizê ye, tûvê artêşa tirk qelandîye”
Her wiha Qarayilan di axaftina xwe de got ku li rojhilatê Zapê çi xalên artêşa Tirk tune ne. Û berûvajî vê yeke navê gelek xalên rojhilatê Zapê jî qal dike. Her wiha bi dehan navên weke girê Cûdî, girê Amedîyê rewşa şer vedibêje.
Mirov dema guhdarî dike, şaş dibe û difikire: “Wek ku me berê jî ev peyv bihîstine.” Em ji xwe dipirsîn, gelo em bi Dejavuyê dijîn?
Dejavu çi ye? Em gişt di jiyana xwe de carekê wê ezmûn dikin, dema ku em li cîhek in em ji nişkê ve difikirin ku me berê heman dem jîya bû. Ji vê kêlîyê re Dejavu tê gotin. Peyveke Frensî ji bo tirkî hatiye wergerandin wek “berê hatî dîtin” û wekî hesta ku bûyerek an kêliyek berê jiyaye tê ravekirin. Tip vê yekê bi sîstema esabên di mejî de rave dike.
Dema ku di 02.11.2023 an de li Stêrk TV yê de Qarayilan gotî li Sîda serkeftin tê bidestxistin, me bi rastî jî got, “Me berê jî ev bihîstibû.” Lê ya me ne bandorek Dejavu bû ku mejiyê me li me dixist. Bi rastî jî du bûyerên wek hev hebûn. Bi rastî, du Qarayilan hebûn.
Qarayilanê pêşî li Şemzînanê ye: dibêje êdî ev la û ew layê sînor nema
Di 2 yê Tebaxa 2012 an de, ango 11 sal û 3 meh berê, Qarayilan got: “Ji ber vê yekê ger hûn werin gelê me yên li her du aliyên sînor ewqas topbaran bikin, wê demê gerîla dê were aliyê we. Niha li derdora Şemzînanê 35 km di nava sînor de gerîla serwer e. Ji ber vê yekê ez dibêjim ev layê sînor û derveyî sînor êdî bûye çîrok. Gerîla di dewroberê Şemzînanê bi cih bûye. Li aliyê din destwerdanên artêşa Tirk ên ji bo derxistina gerîla bê encam maye. Rewş ev e. Çiyayê Gomanê ku pir behsa wê tê kirin, girê hindavî bajarê Şemzînanê ye. Yanî ew cihekî 1- 2 km dûrî bajar e. Ji ber vê yekê gerîla li wan girên derdorê bi cih bûne.!”
Ji ber vê yekê Qarayilanê yekê digot ku em 35 km nava sînorê Bakur bi cih bûne. Wê demê gerîlayan lûtke û rê digirtin û hatinûçûn û nasname kontrol dikirin. Operasyonên dorpêçkirina Şemzînanê organîze dikir.
Qarayilanê duyemîn li Şêladizê ye: Şer 6-7 km dûrî bajarê Şêladizê ye
Piştî 11 sal û sê mehan Qarayilan dîsa gotinên xwe yên serkeftinê dubare dike. Lê vê carê ne li Şemzînanê ye, li Şêladizê ye. û dibêje: “gundê Sîda 5-6 km li dûrî Şêladizê ye û Me li wir artêşa Tirk têk birîye.”
Te got Şêladizê? Gelo ma hûn ne li Şemzînanê bûn. Di navbera Şemzînan û Şêladizê de bi sedan km hene. Bi pîvanên hewayî 180 km dûrî Şemzînan e. Ji ber vê yekê di nava 11 salan de Qarayilan 250 km ji sînor dûrketîye û ji sere Sînya, Çemêcû, geliyê Zapê û Kurejaro derbas bûye û berê xwe daye deşta Nînova. Li başûrê Şêladizê jî çîrokeke serkeftinê vedibêje.
Ev ne Dejavu ye ev çîrokek derew e
Îcar mejiyê me bi me nalîze, em Dejavu nabînin, rastîyek li holê heye ew jî Qarayilan Şemzîna li pey xwe hiştîye û hatîye sînorê deşta Nînova. Ango Çîrokek derew divehîne. Ew çîroka derew ji hingê ve berdewam dike. Yek hevoka ku Qarayilan di derbarê şer, rewşa gerîla û taktîka tunelê de dibêje rast nîne. Hemû peyv û gotin derew in. Qarayilan bêyî şerm bike dibêje, “doktrîna serketinê û parastina Kurdistanê.” Qarayilan di babetê vehandina derewan de pirr serkeftî ye.
Belê, PKK di şer de binketî ye. Li Bakurê Kurdistanê şer nîne. PKK hemû erdên ku berê di destê wan de bû radestî dewleta Tirk kirin. Dema em vê yekê dibêjin, ji me re dibêjin, hûn karmendên dewleta Tirk in, hûn dewleta Tirk biparêzin. Nexêr. Berovajî vê yekê em dixwazin Kurd vê rastiyê bibînin û bibihîzin. Ji ber ku derewa PKK’ê ya “Em bi ser dikevin, em li ber xwe didin” tenê zirarê digihîne kurdan. Ji bo ku ciwanên Kurd ji bo vî şerê bê wate,bê armanç nemirin divê êdî ev derew derkeve holê. Divê gelê Kurd berdêla vî şerê windabûyî nedin. Divê PKK bi vê şikestina xwe êrişî destkeftiyên Herêma Kurdistanê û têkoşîna Pêşmerge neke.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk jixwe baş dizane ka li qada şer çi diqewim e. Xelkê Behdînan dizanin ku PKK êdî ne li Heftenîn, ne li Xaxurkê, ne li Berwarî Bala û ne jî li Zapê nemaye. Dema Qarayilan dibêje, “Li gundê Sîda mîna kela Dimdimê berxwedan heye.” Lê Sîda di geliyê avaşîn de gundekî biçûk û nestratejîk e. Di şer de ti bandorekî wê yê erdnîgarî nîne. Lê heke şer mehkûmî Sîda bibe ev yek nîşan dide ku ne çiya, ne lûtke û ne jî sengerên stratejîk di dest de mane.
Yek gotina Qarayilan jî rast nîne
Ti gotinên Qarayilan yên div ê hevpeyvînê de rast nîne. Ger em yek bi yek bibêjin dê romanek jê derkeve.
Qarayilan dibêje, “di şerê 2022 an de 11 helîkopterên şer ên dewleta Tirk hatin xistin û îmha kirin; 80 helîkopter jî hatin derbkirin. Bi giştî 91 helîkopterên şer û Skorsky hatin xistin û derbkirin. Lê Îsal tenê 4-5 helîkopter hatine derbkirin û çi nehatin e xistin. Gelo çi ma? Ji ber ku îsal Tirk leşkerên xwe li qadan nadane li baregahên PDK’ê leşkeran datîne”
Ev gotina Qarayilan bi temamî derew e. hûn dizanin çima êdî dewleta Tirk weke berê leşkeran naavêje çolê? Ji ber ku hemû lûtke û girên deverê li deste artêşa Tirk da ne û pêdîvî cihên daxistina leşkeran nîne. dewleta Tirk li Çelê ji bo Zapê,Avaşîn û herêma Nêrwe-Rêkan rêkên qîrkirî çêdike. Karwanê leşkerê tirk ji çele bi rêya qîrkirî di demekî kurt de xwe digehîne herêma Zap-Avaşîn ê.
Ew Dozerên ku Qarayilan qala wan dike hemû ji Çelê birine wê deverê. Çi makîneyên karî ji Şêladizê, Dêrelok û li Amedîyê derbasî wan deveran nebû ye.
Tenê yek amûrekî şer jî li Başûr derbasî deverên şer nebû ye. PKK bi leyîzkên video û kamîra dixwaze derewên xwe piştrast bike. Çi gotinên Qarayilan, Kalkan û Bayik yên derbarê PDK ê de rast nîne.
PKK û YPG ne xwedî doktirînên serkeftinê ne. Armanca şerê PKK’ê tenê ji bo berdewamiya temenê rêxistina xwe ye û bi vê mebestê hêza xwe difiroje tundrewên Şîa, ereb û tirk. Jîyana rêveberên xwe jî bi vê ewle dike.
Armanca PKK’ê bi gotina “PDK-Tirk di heman biryargehê bikar tîne” ew e ku Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bike armanca milîsên Heşdî Şaebî. Lê hemû başûr û hêzên herêmî vê şanoya sîyasî-leşkerî a PKK’ê baş dinase.