Çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din revandin

ciwanen-shorashgar-info-pkk-zarok-pyd

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî din yê 15 salî ji hêla çeteyên rêxistina PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin û tevî hewldanên malbata wî lêbelê tu agahî jê nahên bidestxistin.

Çeteyên Ciwanên Şoreşger rêxistineke ser bi PKKê ve ye, karê wê revandina zarokên Kurdane li Rojava Kurdistanê û bi telîmatên taybet yên şexsê Cemîl Bayîk û li jêr serperiştîya Mezlûm Ebdî û Rêveberîya Xweser tev digere.

Hat ragihandin çeteyên Ciwanên Şoreşger li roja pêncşemîya rabûrî 2\112023an zarokê bi navê Mihemed Ebdulla Hemed ku temenê wî 15 salin revandine û çarenûsa wê hêjan nediyare.

Malbata Mihemed pir hewl dan û li saziyên Rêveberîya Xweser û baregehên PYDê li pey şopa zarokê xwe çûn lêbelê tu agahî derbarê wî neketin destê wan.

Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku PYDê soz daye Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî ku zarokan çekdar neke, lê belê baskên leşkerî û Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PKKê, hîn jî zarokên temen biçûk tevlî leşkerkirina bi zor dikin û wan dibin kampên leşkerkirinê yên li herêmên di bin kontirola xwe de.

Pustên heman beş