Li gundê Boskênê yê girêdayî Îdareya Serbixwe ya Raperînê, 2 kes ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyeke Dijeterora Kurdistanê, Droneke Tirkiyeyê îro pêş nîvro komeke çekdaran li gundê Boskênê yê li dareya Serbixwe ya Raperînê kire armanc.
Dijeterora Kurdistanê aşkere kir, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Gundê Boskênê 3 kîlometreyan li bakurê rojhilatê qezaya Ranyayê dikeve.