Pentagon: 45 leşkerên me li Iraq û Sûriyê birîndar bûne

Pentagon: 45 leşkerên me li Iraq û Sûriyê birîndar bûne

Pentagonê îro roja duşemê got ku 45 serbaz û karmendên Amerîkî di êrîşên vê dawiyê yên milîs de li ser bingehên leşkerî yên Amerîkî li Iraq û Sûriyê birîndar bûne.

Li gor Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de heta niha 38 êriş li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Pentagonê da zanîn ku di êrîşan de 45 leşker û personelên Amerîkî birîndar bûne.

Pustên heman beş